Komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartina Iraqê roja helbijartina parlamentoya Iraqê diyar kir.
Îro 22.10.2017ê cîgirê serokê komîsyarên komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartina Iraqê Qati Zewbeî bi beyanameyekê ragehand, diyar kirina dema pêkanîna helbijartina parlamentoya Iraqê bi biryara encûmena wezîran û hemahengiya komîsyon û razîbûn û pejirandina parlamentoyê ve dibe.
Qati Zewbeî ragehand, komîsyonê pêşneyar kiriye roja şemî ya 12.05.2018ê helbijartina parlamentoya Iraqê bê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin