Heşda Şeibî gefên dijwar li Tirkiyeyê dike

Heşda şebî gefan li Erdoganê dike dibêje emê hêzên we bikujin
کوردستان TV
100%

 

Berpirsê Peywendiyên Tevgera Ensallah El-Ewfiyaiyê Hesen Pilayze gef li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwar û got, ‘Hêzên Tirkiyê ji Iraqê dernekevin, ew dê derbeke giran li wan bixin.’

Hêzên Heşda Şeibî yên ku ketine nav Kerkûkê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin hedefa xwe. Heşda Şeibî vîdeoyek nû belav kir û tê de dibêje divê hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê derkevin yan ew dê derbeyên giran li wan bidin.

Di vê kurtevîdeoyê de wiha tê gotin: Ez li ser navê xwe, li ser navê tevahiya iraqiyan û taybetî jî li ser lehengên Heşda Şeibî vê peyamê ji Serokomarê Tirkiyê Erdogan re dişînim. Bila demildest hêzên xwe yên li Iraqê paşve vekişînin.

Heger vê yekê neke welehî û bilehî bersiva me dê gelek tund be. Lewma bila zû hêzên xwe ji vê xaka pîroz vekişîne. Li ser navê Xwedayê mezin soz didim heger tu ve yekê nekî emê weke lehengên iraqî derbeya mirinê li de bidin.

Taybetî lehengên Heşda Şeibî dê derbeya mirinê li te bidin. Em êdî berpirsiyariyê wê li ser xwe nagirin çimkî me hişyarî da te. Ji ber vê yekê hêzên xwe vekişîne. Birayê we yê mucahîd (tekoşer) pisporê teqemeniyan Hesen Pilayze ji Ofîsa Leşkerî ya Tevgera Ensallah El-Ewfiyaiyê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.