Hêmin Hewramî: Em li benda piştgirîya Rûsyayê ye

Rûsya têkiliyên xwe li gel Kurdistan bihêztir dike
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî di Foruma Aborî ya Awrasiyayê ya li Verona bajarê Îtalyayê tê lidarxistin de ragihand ku kurd li benda piştgirîya Rûsya û kompanyayên rûsî yên wek Rosneftê ne.

Hewramî di nirxandina rewşa li Iraqê de destnîşan kir ku li herêmê şerê li dijî terorîzmê berdewam dike û Rûsyayê di wî şerî de di dema herî pêwist de alîkarîya Herêma Kurdistanê kir. Hewramî hêvî kir ku Moskow di pêşerojê de jî alîkarîya herêma Kurdistanê bike.

Serokê şirketa Rosneftê Îgor Seçîn roja Çarşemê di Foruma Aborî ya Awrasiyayê de behsa têkilîyên bi herêma Kurdistanê re kiribû û wiha gotibû: "Em bi awayekî cidî dixwazin li Kurdistanê û li tevahiya Iraqê xebatê bikin. Berjewendiya me li hember van pirojeyan piraktîkî ye, herêma navborî jî wekî mezintrîn bingeha samanan ya bi nirxê herî kêm tê dîtin û potensiyala wê heya dawî hîn nehatiye vekirin."

Rosneftê roja çarşemê ragihandibû kû şîrket û Herêma Kurdistanê ji bo hilberandina 5 blokên petrolê peyman îmze kirin. Tê destnîşankirin ku para Rosneftê ya li wan blokan ji % 80 ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.