Parlamenterê bajarê Dêrsimê yê HDP Alican Onlu li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku, li navçeya Pulurê ya Dêrsimê, herêma ku gundî çûbûn êzingan hatiye bombebaran kirin û di encamê de gundiyek hatiye kuştin, yek jê jî agahî jê tune ne.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alican Onlu ragihand ku li gundê Sarisalkim ya navçeya Pulurê qadên ku gundî çûbûn ezîngan hatine bombe kirin.
Oncu da zanîn ku di encama bombekirinê de gundiyekî jiyana xwe ji dest daye, gundiyek jî wenda ye û agahî jê tunene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin