Kosret Resûl: Vê xayîn bi rûreşî bikevin nava dîrokê

Kosret Resûl: Vê xiyanetkar bi rûreşî bikivin nava rûpelên dîrokê
کوردستان TV
100%

 

Kosret Resûl derbarê bûyerên Kerkûkê de peyamek pêşkêş kir.

Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê û Cîgirê Sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl derbarê bûyerên li Kerkûkê de peyamek pêşkêşî raya giştî kir.

Kosret Resûl diyar kir ku ev tiştên ku li Kerkûkê qewmîn xiyaneteke mezine ku hatiye kirin û ew kesên ku bûne sedema vê xiyaneta han jî vê bi rûreşî bikevin nava rûpelên dîrokê.

Resûl herwiha nivîsandiye: Gelê Kurdistan û hêzên pêşmerge ku bi qasî sê salan bi qehremanî li hember hovanetirîn terorîstên cîhanê şer kirin û berevanî ji şerafeta cîhan û mirovatî kirin, ti carî li hember ew têştin ku li Kerkûkê qewmîne bêdeng nabin û ne dibû ku cîhan jî li hember ew tişta ku hatiye kirin bêdeng bibaya lê mixabin careke din derket ku gelê Kurdistanê ji bilî çiyayan ti dosteke xwe tuneye.

Resûl herwiha diyar kir ku hîn jî ne direnge û em dikarin bi yekîtî û yekdengî xwe kom bikin û berevanî ji mafên reva  yên gelê Kurdistanê bikin.

Resûl dibêje tişta ku ew birîna han gelek xedar dike ewe ku çend kesên têkder yên ku ji rêbaza YNKê derketine, pêşengî bo ew xiyaneta han kirine û bi vê kiriyara qirêj ya xwe vê bi rûreşî bikevin nava rûpelên dîrokê.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.