Li Xurmatûyê Kurd tên komkuj kirin

li Xurmatûyê Kurd rastî komkujî hatine
کوردستان TV
100%

 

Li Xurmatûyê dagîrkerên heşda şebî Kurdan komkujî dikin.

Piştî derbasbûna sê rojan ji dagîr kirina Xurmatûyê ji aliyê dagîrkerên heşda şebî bi pêşengiya pasdarên Îranî, rewşa vê bajarokê gelek aloz û metirsîdare û ev bajar ji Kurdan hatiye paqêjkirin.

Di vê çarçoveyê de berpirsê navçeya Xurmatûyê yê PDKê Erselan Elî diyar kir ku ev sê roje dagîrkerên heşda şebî bişev û biroj êrîşî ser şêniyên Kurd yên li Xurmatûyê dikin û welatiyên Kurd komkuj dikin.

Erselan herwiha diyar kir ku dagîrkerên heşda şebî malên welatiyên Kurd talan dikin û piştî talan kirinê jî wan malên han dişewtînin.

Erselan Elî got: Dagîrkerên heşda şebî bi her awayî hewl didin daku endam û berpisên PDKê li deverê bi temamî ji nav bibin jiber vê çendê jî mal bimal û kolan bi kolan li pey endam û berpirs û alîgirên PDKê digerin û malên wan jî dişewtînin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.