CEK: Heşda şebî bi çekên Amerîkî êrîşî ser pêşmerge kir

heşda şebî bi çekên Amerîkî êrîşî ser pêşmerge dike
anjumani asaysh hareme kurdistan
کوردستان TV
100%

 

 

Civata ewlekariya Kurdistanê derbarê êrîşên terorîstên heşda şebî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuya han de yaku li ser pêgeha fermî ya CEK a li ser twitterê hatiye weşandin hatiye diyarkirin ku îşev heşda şebî bi çek û tankên Amerîkî êrîşî ser hêzên pêşmerge kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniha han de hatiye nivîsandin ku heşda şebî li eniyên Taze, Kerkûk û pira Meryem begê ve êrîşî ser hêzên pêşmerge kiriye lêbelê hêzên pêşmerge bersifên dijwar dane wan êrîşan û ew êrîş têk birine.

Herwiha di encama bersifdayîna hêzên pêşmerge de zêdetir ji 5 tirimbîlên leşkerî yên heşda şebî hatine şewtandin.

CEK di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku heşda şebî yaku ji aliyê Îranê ve tê piştgîrîkirin bi çekên Amerîkayî êrîşî ser hêzên pêşmerge kiriye.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.