Pêşmerge planeke din ya milîsên Heşda şebî pûç kir.

pêşmerge derib li pey derib li heşda şebî dide
کوردستان TV
100%

 

Milîsên Heşda şebî dixwestin bi rêya navçeya pîşesazî bikevin nava Kerkûkê.

Îro milîsên heşda şebî yên ku çend roje gefa vê yekê dikin êrîşî ser hêzên pêşmerge û Kerkûkê dikin, dixwestin bi avayekî veşartî bi rêya navçeya pîşesazî ya Kerkûkê derbasî nava bajarê Kerkûkê bibin.

Lê hêzên pêşmerge bi vê plana han hesiyan û rê nedan milîsên heşda şebî ku nêzî Kerkûkê bibin.

Weke tê zanîn piştî referanduma 25ê Îlonê heta niha milîsên heşda şebî gefa êrîş kirin dikin û şeva din jî dema dixwestên êrîşî ser hêzên pêşmerge bikin zêdetir ji 2 hezar milîsên heşda şebî reviyan û amade nebûn êrîşî ser hêzên pêşmerge bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.