Nicmedîn Kerîm: Em hertim amadene berevanî ji Kerkûk û Kurdistanê bikin

Kurd hertim bo berevaniya axa xwe amadene
کوردستان TV
100%

 

Parêzgarê Kerkûkê dibêje ew nabin pêşengên şer.

Parêzgarê Kerkûkê Dr. Nicmedîn Kerîm diyar kir ku Kurdistan û hêzên pêşmerge bi ti awayî nabin pêşengên şer lê eger êrîşî ser wan were kirin vê heta dawî berevanî bikin.

Nicmedîn Kerîm herwiha diyar kir ku hem hêzên pêşmerge û him jî xelkê Kurdistanê bi her awayî amaden heta dawî berevanî ji Kerkûk û Kurdistanê bikin.

Dohê bişev hijmarek milîsên heşda şebî û polîsên Îraqî gefa vê yekê kiribûn ku lazime hêzên pêşmerge paşve bikêşin beruvajî vê êrîşî ser Kerkûkê bikin, jiber vê çendê dohê bişev heta seat 8 sibê şêniyên Kerkûkê û kesên dilxwaz di nava bajarê de di amadebaşiyê debûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.