Zêbarî: YPG rê nade Heşda Şebî û Tirkiye deriyeke nû vekin

YPGê jî rê nade Tirkiye û Îraqê
کوردستان TV
100%

 

 

Tirkiye û Îraq gelek bi vê projeya han kêfxweş bibûn.

Sererkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, di navbera Tirkiye û Iraqê de vekirina deriyeke nû ya sînor û herwiha girtina deriyê Îbrahîm Xelîl ne karekî hêsan e. Zêbarî eşkere dike, ku YPGê jî ji bo vekirina deriyeke nû hemahengiya li gel Heşda Şebî red kiriye.

Zêbarî diyar kir, ku ew bawer nake Tirkiye û Iraq bikarin plana vekirina deriyê alternatîf serbixin û got: YPGê bi xwe jî ew daxwaz red kiriye.

Rêkeftina Îran, Tirkiye, PKK, YPG û Heşda Şebî ne tiştekî hêsan e û pir zehmet e. Tirkiye û Iraqê di serdema Sedam de hewl dan li Sihêla pirekê çêbikin lê pêşmerge nehişt. Niha jî bicîhanîna planeke wiha pir zehmet e.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.