Hijmara qurbaniyên teqînên Somalî bû 85 kes

teqîna Somalî karê Elşebab bûye
کوردستان TV
100%

 

Duhê teqîneke gelek mezin li paytexta vê welatî pêk hatibû.

Qurbaniyên êrîşa li paytexta Somaliyê li Mogadîşû zêde dibin. Hate zanîn ku heta niha zêdetir ji 85 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Duhê danê sibehê teqîneke mezin li paytextê Somaliyê rû da. Li pêş deriyê hotêlekê kamyoneke bombebarkiriî hate teqandin di enacamê de bi sedan kes birîndar bûn.Li gor zanyariyan heta niha 85 kesî jiyana xwe ji dest daye.

 Serokkomarê Somalî Muhamed Abdulah Muhammed bang li welatiyan kir ku biçin nexweşxaneyan û xwînê bidin. Herwiha Serokkomar li tevahiya welêt 3 rojan şîn ragihand.

Heta niha ti gurûpa berpirsiyariya xwe di wê teqînê de ranegihandiye. Lê  rêxistina terorê El-Şebab, di van demên dawî de êrîşên xwe gurtir kirin e li seranserî başûr û navenda Somaliyê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.