Mesrûr Barzanî: Em bo çareseriyê ji diyalogê re amadene

Mesrûr Barzanî gazinde ji civaka cîhanî dike
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdisgtanê dibêje bo çareseriyê ji diyalogê re amadene.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistan Mesrûr Barzanî di hevpeyînekî li gel BBCê de got: wek beriya referandumê em niha jî li gel Bexdayê jibo pêvajoya çareseriyê amadene dest bi diyalogê bikin.

Mesrûr Barzanî di derbarê pêvajoya referanduma Serxwebûna Kurdistanê û bi rêya diyalogê de çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de şîroveyên xwe anî ziman û got: Me li bendê bûn ku wan piştgiriya danûstandinên aştiyane di navbera me û Bexdayê de li pêşiya referandumê û piştî wê kiriban, lê hikûmeta Iraqê û serokwezîr beriya referandumê gotibû ku ew ne niha û ne jî di pêşerojê de referanduma serxwebûna Kurdistanê qebul nakin.

Mesrûr Barzqanî herwiha diyar kir ku bi wan kiriyarên xwe wisa kirin ku ti bijardeya din li pêşiya me nebe ji bilî ku em vegerin xelkê û bizanin ka wan çi dive."

Barzanîn di berdewamiya axaftina de got: Me çaverê nedikir ku civaka navnetewî û Amerîka li dijî referandûma bibin, ew alî eger piştgiriya referandûmê nekin jî lê dikarin bê alî ban û serpiriştiya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriban û bi rêyên aştiyane pirsgirêk çareser kiriban."

Barzanî berdevama axaftina xwe de dide zanîn ku wek beriya referandûmê aniha jî amadene ku li gel Bexdayê birunin û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.