SOHR: Konvoyeke leşkerên Tirk derbasî herêma Îdlibê bû

artêşa Tirkiyeyê derbasî nava Îdlibê bû
کوردستان TV
100%

 

 

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku konvoyeke leşkerî ya Tirk ket herêma Îdlibê.

Yek ji fermandarên Artêşa Azad ya Sûriyê Ebu Hayro ji Reuters’ê re da zanîn ku di konvoyê de bi qasî 30 maşîneyên leşkerî hene.

Ebu Hayro dîyar kir ku konvoya leşkerên Tirk, bi çekdarên Heyet Tahrîr el-Şam, ku Cephetul El-Nusra bi hin rêxistinên cîhadî re ava kiribû, ket Îdlibê.

Berpirsekî din yê Artêşa Azad ya Sûriyê got ku leşkerên Tirk, dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berevaniya Heyet Tahrîr el-Şam dikeve herêma Îdlibê.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.