Rûsya û Siûdiye vê pemaneke girîng îmze bikin

Siûdiye vê mûşekên s400 ji Rûsyayê bistîne
کوردستان TV
100%

 

Vladimîr Kojîn: Emê di wan rojan de bi Erebîstana Siûdî re peymana S-400î îmze bikin.

Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê yê bo karûbarênteknîk û leşkerî Vladimîr Kojîn ragihand ku Moskow û Riyad di demeke nêzîk de wê peymana moşekên S-400î îmze bikin.

Vladimîr Kojîn di axaftina xwe ya çapemeniya rûsî de li hemberî pirsa ‘Rûsya kengî peymana S-400î bi Siûdî re îmze dike' got: Di demeke nêzîk de. Niha hevdîtin têne kirin û em nêzîkî lihevkirinê ne.

Rojnameya Kommersanta rûsî çend roj berê di nûçeyeke xwe de gotibû ‘Qralê Erebîstana Siûdî Selman Bin Ebduezîz ji bo standina moşekên S-400î bi Rûsyayê re li ser prensîbê li hev kir.'

Li gorî Kommersantê, Erebîstana Siûdî wê 4 bataryayên S-400î ji Rûsyayê bikere. Lê ev agahî hê ji aliyê Moskowayê ve nehatiye serastkirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.