Li 15 gund û navçeyên Amedê qedexe hate ragehandin

li Amedê dubare qedexe hat ragihandin
کوردستان TV
100%

 

 

Li 15 gund û navçeyên ser bi Amedê qedexeya derketina derve hate ragehandin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber operasyona leşkerî li 15 gund û gundikan, qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê, ji berk u Artêşa Tirkiyeyê li herêmê operasyona leşkerî li hemberî endamên PKKê pêk bîne li 15 gund û gundikan, 'qedexeya derketina derve' ragihand.

Cihên ku derketina derve lê hatine qedexekirin, wiha ne:

"Kazandagi, Demîrkûyû, Ozluce, Esenyol, Dariseven, Ûslûca, Bogazonu, Toklar, Kalemlî, Tarakli, Çatak, Gurpinar, Donenkaya, Çalonu û Tarimova.

Hat ragihandin ku qedexeya derketina derve ji saet 6ê sibehê dest pê kiriye û li herêmê amadekariya operasyonê tên kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.