Ebadî: Em ê bi kurdan re şer nekin

Serokwezîrê Îraqê dibêje emê şerê dijî Kurdistanê nekin
کوردستان TV
100%

 

Li gorî ragihandina Rûdawê Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî, "Em ê artêşê li dijî gelê xwe bikar neynin û şer bi kurdan re nedin destpêkirin."

Ebadî ji televîzyona dewletê re axivî û diyar kir ku, "Em ê artêşê li dijî gel bikar neynin û şerê kurdan nekin. Parastina yekîtiya Iraqê peywira me ye."

Ajansa Ewlehiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê doh bi daxuyaniyeke eşkere kiribû ku Artêşa Iraqê amadekariya şer li dijî Kerkûkê dike.

Berdevkê hikûmeta Iraqê Sedî Hadîsî daxuyaniya Ajansa Ewlehiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ku êrişa leşkerî li dijî Kerkûkê derewandibû.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.