KBHK: Cîhbicîh kirina biryara dadgeha Îraqê gelek zehmete

komîsyona hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê bersifeke tund da Bexdayê
کوردستان TV
100%

 

 

Derbarê biryareke Dadgeha Lêkolînan a Resafe li bajarê Bexdayê ya girtina serok û endamên Komisyona Herêma Kurdistanê de, beşê yasayî yê Komisyonê bersiva biryarê dide.

Serokê beşê yasayî li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Kurdistanê Kovan Ebdulkerîm di presskonferansek de ragehand ku, ew biryara Bexda siyasiye lê ne yasayî ye ji ber komisyonê li ser bingeha madeya 10 yasayî ya sala 2014 an kar kiriye.

Îro 11 Cotmeha 2017an, Peyvdarê bi navê Encûmena Dadweriya Bilind Ebdilsetar Beyreqdar ragihand, Dadgeha lêkolînan a Resafê biryara girtina serok û endamên komisyonê derkir, ji ber ku serperiştiya referandûma Herêma Kurdistanê kiriye.

Herwiha gotiye: Ew biryar bi piştbestin bi giliya Encûmena Asayişa Netewî derkiriye, ku dibêje biryara Dadgeha Federalî binpê kiriye.

Beyreqdar tekez kiriye ku, Dadgehê li gor benda 329 a Yasaya Sizayan, biryar girtina serok û endamên koisyonê derkiriye.

Di wê derbarê de, Peyvdarê bi navê nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Seid Hudeysî ragihand, hikûmet pêdaçûnê ji bo cibicîkirina biyara girtina serok û endamên Komisyona Herêma Kurdistanê dike.

Herwiha got: Dadgeha Iraqê biryara girtin û lêpirsîna yasayî daye û niha ji aliyê dadgeha Iraqê ve tên xwastin. Biryara girtinê ji erkê hêzên ewlehiyê ye û ne zehmet e, îro yan sibe yan her demekê ew biryar cibicî dibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.