Dadgeha fedralî ya Îraqê daxwaza hikûmet û parlementoya Îraqê red kir.
Îro dadgeha fedral ya Îraqê ragihand ku ne mafê wane ku derbarê parlementerên Kurd yên ku beşdariya referanduma serxwebûna Kurdistanê de kirine, biryar bide.
Beriya çend rojan parlementoya Îraqê bi hevbeş li gel hikûmeta Îraqê çend biryar derbarê parlementerên Kurd yên di parlementoya Îraqê de dabûn û daxwaz kiribûn ku parlementariya wan parlementerên Kurd were hilweşandin û jibo vê yekê jî ew dosyeya han bo dadgeha fedralî ya Îraqê şandibûn.
Lê îro dadgeha fedralî ya Îraqê li ser vê mijarê biryara xwe da û got: Ne mafê dadgeha fedraliye ku li ser vê mijarê ti biryare bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin