Milîsên Bedir çavên xwe berdane ser xaniyên welatiyên Kurd

çeteyên ser bi Bedirê gefan li Kurdan dikin
کوردستان TV
100%

 

Milîsên çete yên ser bi tevgera Bedir li Xurmatûyê çavên xwe berdane ser xaniyên welaityên Kurd.

Li gor jêderên herêmî ew çend roje hijmarek çekdarên ser bi tevgera Bedir bi li ber xwe kirina kincên reş li hin deverên ser bi bajarê Xurmatûyê dest bi hatûçûnê kirine.

Jêderên herêmî diyar dikin ku ev milîsên han çavên xwe berdane ser xaniyên welaityên Kurd û dixwazin wan xaniyan ji wan bistînin û box we bikin weke biryargeh û navendên leşkerî.

Herwiha welatiyekî Kurd yê ku şêniyên Xurmatûyê ye diyar kir ku ew bi çavên xwe dîtiye ku ev çekdarên ser bi Bedir yên ku kincên reş li ber kiribûn bi du tirimbîlên reş êrîşî ser 12 malên Kurd kiriye û gef li wan kirine û ji wan re gotine ku lazime bilez xaniyên xwe vala bikin û ji Xurmatûyê der bikevin.

Derbarê vê mêjarê de berpirsê ragihandina qamiqamiya Xurmatûyê Muhemed Faêq diyar kir ku me lêkolînên xwe kirine û di encama lêkolînan de der ketiye ku ev çekdarên han ser bi tevgera Sedirin û beşekin ji çekdarên heşda şebî.

Faêq eşkere kir ku li Taxê Eskerî ya Xurmatûyê boşatiyek di navbera Kurd, Tirkman û Ereban de heye û ev çekdarên han jî fêde ji vê yekê wergirtine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.