Sûriye: Kurd dixwazin dest deynin ser deverên xwedan enerjî

rejîma Sûriyayê dibêje Kurd dixwazin dest deynin ser deverên xwedan çavkaniyên enerjî
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd El Muelim ragihand ku kurd li Sûriyeyê reqabetê bi Artêşa Sûriyeyê re dikin daku wan deverên petrolê berî wê kontrol bikin.

Muelim di civîneke li Sochiya li ber Deryaya Reş li gel hevkarê xwe yê rûsî Sergey Lavorvî de axivî û got: kurd dizanin ku Sûriye qet dê qebûl neke ku serweriya wê were binpêkirin.

Herwiha wezîrê sûrî got: Alîkarî û piştgiriya amerîkî kurd serxweş kirine û divê bizanin ku ev alîkarî dê heta heta dewam bikin."

Di berdewamiyê de, Muelimî diyar kir ku Şam dê bi rijd bixwaze ku "hevpeymana Amerîka pêşengiya wê dike ji hev bixe ji ber her tiştê li Sûriyeyê xera dike ji bilî DIŞIa terorîst.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.