Serokê Kurdistanê li gel balyozê Almanyayê civiya.
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cereal nan û şandeke pê re kir.
Di civînê de balyozê Almanyayê yê li Bexdayê behsa helwesta welatê xwe ya derbarê rewşa siyasî ya Îraq û karwedanên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê ji Serok Barzanî re rave kir.
Cereal Nan herwiha diyar kir ku aramî û selametiya Kurdistanê bo Almanyayê gelek girînge û daxwaz kir daku Hewlêr û Bexda pêngavên xwe bo aloztir kirina rewşa heyî navêjin.
Nan herwiha amadebûna welatê xwe jî bo hevkarî kirina Hewlêr û Bexdayê boku bikevin nava diyalogê bo çareser kirina kêşeyên heyî û zêdetir bûna aloziyan diyar kir û got: Alozî û nakokî vê zirarê bidin her du aliyan.
Li hember de jî Serok Barzanî spasiya helwesta Almanyayê kir û anî ziman ku gelê Kurdistanê di proseseke aştiyane de dengê xwe daye û referandum jî diyarkerê vîna gelê Kurdistanê ye.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan ti pêngavek bo aloz kirin û çê kirina kêşeyan neavêtiye û amadeye bo giftûgoya bêmerc bi bernameyeke vekirî li gel Bexdayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin