7 jinên din yên Êzidî hatin rizgar kirin

7 jinên din yên Êzidî hatin rizgarkirin
کوردستان TV
100%

 

7 jinên din yên Êzidî ji destê terorîstên DIŞIê hatin rizgarkirin.

Di çarçoveya hewldanên heyî yên bo rizgar kirina wan Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibûn revandin, îro 7 jinên din yên Êzidî hatin rizgarkirin.

Di vê derbarê de nivîsgeha rizgar kirina refandiyên destê DIŞIê diyar kir ku îro 7 jinên din yên Êzidî ji destê terorîstên DIŞIê hatine rizgarkirin.

Li gor daxuyaniya han 6 ji wan li Sûriyayê û yeke din jî li Îraqê hatiye rizgarkirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku heta niha bi giştî 3 hezar û 157 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin û hîn jî zêdetir ji 3 hezar û 100 Kurdên din yên Êzidî di destê terorîstên DIŞIê dene.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.