Wezareta Berevanî ya Rûsya bi daxuyaniyekê ragihand ku firokeke wan ya li Bingeha Esmanî ya Hmeymim ya li Suriyê dema rabûnê derketîye derveyî pîstê û pîlotên firokê jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezaretê da zanîn ku cûreya firokê SU-24 e û dibe ku jiber arîzeyeke teknîk ketibe.
Karbidestên Rûs derbarê hejmara pîlotên jiyana xwe ji dest dane ti agahî nedan, lê di firokên SU-24 de bi giştî 2 pîlot hene.
Wezareta Berevanî ya Rûsya bi berdewamî diyar kir ku jiber ketina firokê ti zarar negihaştiye tesîsê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin