Pêşmerge: Em bi ti awayî navekêşin

hêzên pêşmerge ji deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê qet navekêşe
کوردستان TV
100%

 

Fermandarê pêşmerge dibêje pêşmerge bi ti awayî ji deverên Kurdistanî navekêşe.

Cîgirê Serokerkanê hêzên pêşmerge Qareman Şêx Kemal diyar kir ku ew navçeyên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê yên ku beriya hatina DIŞIê di destê hikûmeta Îraqê de bûn, bi hatina DIŞIê hikûmeta Îraqê ew deverên han radestî terorîstên DIŞIê kir lê pişt re hêzên pêşmerge karîn ew deverên Kurdistanî ji destê terorîstên DIŞIê azad bike.

Qareman Şêx Kemal herwiha diyar kir ku niha ew deverên han bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmerge dene û rewşa ewlekariya wan deveran jî ji aliyê hêzên pêşmerge ve tê parastin û hêzên pêşmerge bi ti awayî ji wan deveran navekêşin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.