Serok Barzanî mercên Bexdayê red kir

Serok Barzanî mercên Îraqiyan red kir
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê mercên Bexdayê yên bo destpê kirina diyalogê red kir.

Serokê Kurdistanê di civîna xwe ya li gel Serokê Parlementoya Îraqê de, mercên Îraqê yên bo destpê kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê red kir.

Berpirsê nivîsgeha têkiliyên mekteba Serokê Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, Serok Barzanî mercê Iraqê yê “betalkirina referandumê” bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê red kiriye.

Hêmin Hewramî  li ser naveroka hevdîtinê navbera serok Barzanî û Serokê Parlementoya Îraqê li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, Serok Barzanî di civînê de amadehiya Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê bi Bexdayê re anî ziman.

Hêmin Hewramî her wiha gotiye, lê Serok Barzanî mercê Bexdayê yê “betalkirina referandomê” red kir û ragihand ku Kurdistanê amade ye bê şert û merc dest bi hevdîtinan bike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.