Li Silêmanî partî, goran û yekgirtûya îslamî civiyan.
Îro li bajarê Silêmanî civîneke sê alî di navbera partiya demokrata Kurdistanê, tevgera Goran û Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê hate lidarxistin.
Di civînê de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Serokê civata Serkirdatiya PDKê ya Silêmanî Edhem Barzanî, Sekreterê giştî yê YIK Selahedîn Behadîn û berpirsên bilind yên tevgera Goranê amadebûn.
Di vê civîna han de wan her sê aliyan behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa Kurdistanê piştî referanduma 25ê Îlonê kirin.
Her di heman civînê de wan her sê aliyan eşkere kir ku lazime civîn û danûstandinên navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê berdewam bin.
Herwiha mêjara vegerana parlementer û wezîrên Goranê bo nava parlemen û kabîneya hikûmetê jî hate giftûgokirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin