Artêşa Îraqê dibêje me Hewîce kontrol kiriye

artêşa Îraqê Hewîce kontrol kir
کوردستان TV
100%

 

 

Artêşa Îraqê îro Pêncşemê ragihand ku Hewîce, ku yek ji navendên dawî yên di destê terorîstên DIŞIê de bû hatiye azadkirin.

Di daxuyaniya artêşa Îraqê de hatiye nivîsandin ku di çarçoveya operasiyona azad kirina Hewîceyê de bi giştî 196 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û 98 gundên ser bi Hewîceyê jî ji aliyê artêşa Îraqê ve hatine azadkirin.

Bajarê Hewîceyê ji sala 2014an ve heta niha di destê terorîstên DIŞIê de bû.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.