Beha Erecî: Gavên Bexdayê şaşin

Beha Erecî: Pêngavên Bexdayê gelek şaşin
کوردستان TV
100%

 

Beha Erecî dibêje pêngavên Bexdayê li dijî referandumê şaşin.

Cîgirê berê yê Serokwezîrê Îraqê Beha Erecî yê ku endamê teyara Sedire di daxuyaniyeke rojnamewanî de diyar kir ku, pêngavên Bexdayê yên li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê xwedan peyameke nebaşin û ev pêngavên han jî tevahiya wan şaşin.

Erecî herwiha diyar kir ku bi ti awayî ne goncave ku daxwaz ji hinek welatan were kirin daku destwerdanî di karûbarên navxweyî yên Îraqê de bikin jiber ku beşek zêde ji wan welatan bi ti awayî xêrê ji Îraqê re naxwazin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.