Xelata Nobelê ya Kîmyayê ji sê zanayan re hat pêşkêş kirin

xelatên nobelê hatin dabeşkirin
کوردستان TV
100%

 

 

Xelata Nobelî ya Kîmyayê Jacques Dubochet, Joachim Frank û Richard Henderson stand.

Lijneya Nobelî ya Akademiya Qiralîya Swêdê eşkere kir ku hersê zanyaran Mîkroskopek çêkiriye ku hersê berên(dirîjî, firehî û kûrayî) Kîro-Elektron nîşan dide.

Ji sala 1901ê heta niho 175 zanyaran Xelata Nobelî ya Kîmyayê standiye.

Xelata Nobelî ya TIBê

Xelata Nobelî ya Tibê îsal sê zanyarên ji Amerîyê yên li ser rîtma laşê mirovîn xebitîn stand. Xwedanên xelatê Jeffrey Hall, Michael Rosbash û Michael Young in.

Navê xwediyên xelatê Enstîtûya Karolinskayê ya li Stokholmê eşkere kir.

Enstîtûyê daxuyand:  Zanyaran bi xebatên xwe yên li ser rîtma bîyolojîk a nebat, heywan û mirovan û guherînên wan ên bingehîn” xelat standiye.

Hersê zanyar dê madalya û sertîfîkayên ku bihayê wan 940 hezar euro ne dê bistînin.

Par Yoshinori Ohsumiyê Japonî heman xelat standibû

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.