Li Farqînê dema ku çawişê pspor Kizil ji wesayita xwe ya taybet dadiket, rastî êrîşeke çekdarî hat û mir.
Li navçeya Amedê Farqînê di encama êrîşa çekdarî de çawişê pspor Mehmet Kizil hat kuştin.
Çawişê pspor Mehmet Kizil saet 09.45 deqîqeyan de bi wesayita xwe ya taybet ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglûyê ve diçû û dema ji wesayitê dadiket rastî êrîşa çekdarî hat.
Kizil bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglûyê. Piştî dermankirina pêşiyê ew şandine Amedê.
Lê Kizil digel hemû mudaxeleyan miriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin