Balyozê berê yê Amerîkayê dibêje Amerîka şaştî kir.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Bexdayê Ryan Crocker derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de diyar kir ku ew referanduma han tiştek nebû ku ji nîşkava ketibe rojevê.
Ryan Crocker herwiha diyar kir ku ew çend sal bû Amerîka ji babeta referanduma serxwebûna Kurdistanê hayedar bû lê Amerîka şaştî kir ku helwesteke bi vê rengî li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê diyar kir.
Crocker tekez li ser vê yekê kir ku ew helwesta şaş ya Amerîkayê dibe sedem daku Bexda cesaretê bistîne û kêşeyên heyî aloztir bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin