Li parêzgeha Himsê terorîstên DIŞIê bajarokeke din dorpêç kirin.
Di vê derbarê de navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyayê yaku navenda vê li Londonê ye diyar kir ku îro di çarçoveya şereke dijwar de terorîstên DIŞIê karîne hêzên leşkerî yên rejîma Esed bajarokê Qeryeteyin dorpêç kirine.
Her çend heta niha artêşa Sûriyayê di vê derbarê de ti zaniyarî pêşkêş nekiriye lêbelê jêderên herêmî jî behsa vê yekê dikin ku şereke dijwar li derdorê bajarokê Qeryeteyin qewmiye û bajarok hatiye dorpêçkirin. Ev bajarokê han 300km jî Dêra Zorê dûre.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin