Îro yekşemê polîsê Îspanya li Ketelonya êrîşî dergehê bingeheka dengdanê kir, ku pêşbîn bû serkirdeyê herêmî dengê xwe lê bide di çarçoweya Referanduma serxwebûnê ku wek proseyeka ne rewa ji aliyê desthilatdarên Îspanya ve tê binavkirin.
Li derveyî navenda dengdanê de li San Jolya De Ramis ya nêzîkî bajarê Girona yê Ketelonya, pevçûn di navbera polîs û dendaran de derketin holê.
Serkirdeyê Ketelonî Carles Puigdemont biryar bû denge xwe li navenda San Jolya de Ramis bide, lê wî li parêzgeha Girona da.
Referanduma serxwebûna Ketelonya cihê nakokiyê ye û polîsê Îspanya dest dan ser hin bingehên dengdanê.
Wezîrê navxweyî yê Îspanya li ser Twitera xwe got dê bingehên bêhtir bêne dorpêçkirin û belavbûna polîs li Ketelonya berdewam e.
Peyvdarekî hikûmeta herêmî got dengdar dikarin li her cihekî dengê xwe bidin, ne tenê li cihê ku ji wan re hatibûn terxankirin, ji ber ku polîs hin ji wan girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin