Îro 26.09.2017ê serokê herêma Katalonya bi rêya peyvendiyeke telefonî pîrozbahî li serkeftina referandumê li Serokê Kurdistanê kir.
Serokê herêma Katalonya Carles Puigdemo ku herêmeke daxwaza serxwebûnê dike û ser bi Îspanya ye, di tora xwe ya civakî twetterê de belav kir: Vê sibehê min peyvendî li gel Serokê Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî pêkanî daku serkeftina referanduma serxwebûna Kurdistanê lê pîroz bikim.
Herwaha Serokê Katalonya got: Me hêviya serkeftinên mezin ji hev dû re xwast.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin