Pêşveçûna şervanên QSD′ê li taxa Hena didome û di encamê de depoyekî çek û cebilxaneyê, kete destê şervanên QSD`ê.
Şervanên QSD′ê li navenda bajarê Reqayê de pêşve diçin. Di vê çarçoveyê de li taxên Nehda ya dikeve aliyê rojava û Endelus a dikeve aliyê bakurê bajêr şerekî dijwar di navbera şervanan û çeteyên DIŞIê de rû da.
Her wiha li taxa Hena ya dikeve navenda bajêr di encama xebatên paqijkirinê de, şervanên QSD`ê depoyekî çek û cebilxaneyê û hejmareke mezin ji telefonên ku bombeyan ji dûr ve diteqînin tê de bûn, dîtin. Her wiha di depo de hejmarek ji mûşekan jî hebûn
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin