Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de jiyana xwe ji dest dabûn gihîşte 226 kesan.
Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de jiyana xwe ji dest dabûn gihîşte 226 kesan. Erdheja Meksîkayê bi dijwariya 7.1ê pêk hatibû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) di daxuyaniya xwe de ragihand ku navenda erdhejê li bajarê Rabosso yê girêdayî eyaleta Peblayê 51 kîlometro di binê erdê de pêk hat.
Erdheja Meksîkayê li paytextê welat li Meksîkoyê jî hat hîskirin û ev di nava gel de bû sedema tirsê. Gelek avahî hilwişîn û gel ji tirsa xwe avête derva. Tê gotin di binê enqazê avahiyan de hê jî însab mane. Herwiha li balafirxaneya navneteweyî ya Meksîkoyê firînên balafiran hatine rawestandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin