Di 24ê Îlonê de li Almanya hilbijartin e. Yek ji mijarên sereke yên partîyên Alman mijar û pirsgirêka Tirkîyê û Erdogan e. Erdogan yek ji xala propagandaya partîyanên Alman e û her partî di derbarê Erdogan û Tirkîyê de helwesta xwe eşkere dike.
Di vê derbarê de Namzetê Serokatîya Partîya Sosyal Demokrat (SPD) Martin Schulz jî helwesta xwe eşkere kir û anî zimên ku ewê çogên xwe li ber Erdogan daneynin erdê.
Martin Schulz, anî zimên ku „ewê şantajên Erdogan qebûl nekin“ û ji çapemenîya Alman re got: „Divê mizakereyên bi Tirkîyê re bên rawestandin. Heke Tirkîye dixwaze bibe endamê Yekîtîya Ewrûpayê, divê rêzê ji xalên bingehên yên YE re bigre û li gor wan xalan tev bigere. Yan na, tu wateya berdewamîya mizakereyan tuneye. Yekîtîya Ewrûpayê yekîtîyek hiqûqê ye, xwe dispêre xalên bingehîn û mafên bingehîn. Yek ji van xalên bingehîn azadîya ramanê, azadîya rojnamevan û rojnamegerîyê ye. Ev maf li Tirkîyê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Welatekî wisa nikare bibe endamê Yekîtîya Ewrûpayê“.
Schulz, di derbarê Erdogan de jî nerîna xwe anî zimên û got ku „Erdogan ew xeyalşikestî kiriye“ û got: „Erdogan ez xeyalşikestî kirim. Di destpêkê de reformxwazekî mezin bû, lê îro daye ser rêya tecrîdkirina welatê xwe“.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin