Artêşa Îraqê dibêje li Teleferê zêdetir ji 1500 terorîstên DIŞIê xwe radest kirine.
Artêşa Îraqê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di çarçoveya operasiyona azad kirina Teleferê de artêşa Îraqê kariye derbên gelek dijwar li terorîstên DIŞIê bide.
Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê ji roja yekem ya destpê kirina operasiyona azad kirina Teleferê heta piştî azad kirina vê bajarê ji destê terorîstên DIŞIê bi giştî 1500 terorîstên DIŞIê xwe radestî artêşa Îraqê kirine.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku di çarçoveya operasiyona azad kirina Teleferê de 1400 terorîstên DIŞIê jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin