Hilbijartin û rewşa Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê

argomanên destê AKP û MHP bûne sedema kûrtir bûna parçebûna civakî li Tirkiyeyê.
Thumbnail

Di dîroka Tirkiyeyê de ev yekem care ku prosesa propagendeya hilbijartinên Şaredariyan bi vê rengî têjî be ji tundûtîjî, gef lihev kirin û bêrêzî kirin li hember kemenetewên din. Herwiha yekem care ku li Tirkiyeyê hilbijartinên Şaredariyan ewqas bibin xudan girîngî bo aliyên siyasî.

Tirkiye di demekê de diçe hilbijartinan ku rexmê gotinên rayedarên siyasî û berpirsên Tirkiyeyê, yên li dor rewşa abûrî û rewşa civakî, xelkê Tirkiyeyê ji rewşa abûrî û rewşa civakî herwisa rewşa jiyanê bi giştî neraziye.

Qirîza abûrî ya Tirkiyeyê hîn jî didome, lîreya Tirkî dîsa buhayê xwe ji dest da, giranî û bêkarî jî bi lezeke bê hempa zêdetir dibin.

Desthilata siyasî ya Tirkiyeyê (AKP û MHP) ku xudan hevpeymaniyeke hevbeşin, gelek baş dizanin ku rêjeya dengên ku dixwazin nikarin bidest bixin bi taybetî li bajarên mezin yên Tirkiyeyê, jiber vê çendê AKP û MHP gelek bi tundî êrîşî ser part û aliyên din bi taybetî HDP, CHP û IYI partiyê dikin.

Yek ji mijarên serekî yên vê hilbijartinê ku gelek balê dikêşîne, gotinên Serokkomarê Tirkiye û Serokê AKPê Receb Teyyib Erdoganin. Erdogan vê carê steratejiyeke gelek balkêş amade kiriye û li gor steratejiya han tevdigere. Ev steratejiya han girîngî dan bi Tirkatî û îslamiyetê ye. Erdogan dizane ku tiştek di destê vî de tuneye ku pêşkêşî xelkê bike û li hember de jî daxwaz ji xelkê bike dengê bidin vî û kandîdên partiya vî, jiber vê çendê neçare îsrarê li ser nasnameya tirkatî û îslamiyetê bike.

Di çarçoveya steratejiya han de, Erdogan êrîşî ser HDPê û di kesayetiya HDPê de jî êrîşî gelê Kurd û Kurdistana Bakûr kir. Erdogan rexmê ku dibêje li Tirkiyeyê tiştek anjî deverek bi navê Kurdistanê tuneye, hevdem dibêje evin ku dengê xwe didin HDPê terorîstin. Ji bilî wan gotinan jî Erdogan li bajarên Bakûrê Kurdistanê gotinên din yên balkêş û dûr ji rastî dike. Mînak li Şirnexê digot: Me gaz kêşandiye û niha xelkê Şirnexê dikarin bi sobeya gazê xwe gerim bikin. Ev gotinên Erdogan di demekê dene ku heta niha netenê gaz bo Şirnexê nehatiye kêşan belku projeya kêşana gazê bo Şirnexê nehatiye danîn.

Herwisa Erdogan berbijêrên HDPê jî bi vê yekê tawanbar dike ku endamên pkkê ne û ji aliyê Qendîlê ve hatine hilbijartin. Erdogan partiyên din CHP û IYI partî jî bi hevkarî kirina PKKê tawanbar dike.

Ev êrîşên ku Erdogan û Serokê MHPê dewlet Baxçelî dibin ser part û aliyên siyasî yên din ên Tirkiyeyê nîşaneya vê yekê ye ku netenê di nava hevpeymaniya wan de kêşe û nakokî hene, belku di nava AKPê bo xwe de jî kêşe û alozî hene. Jiber bala demokrat û liberal a AKPê ji siyaseta niha ya Erdogan û Baxçelî gelek dilgirane û gerim kirin û tehrîk kirina hestên olî û etnîkî yên xelkê Tirkiyeyê bo ser xwe û bo ser pêşeroja Tirkiyeyê bi metirsî dizanin û dibêjin eger wisa berdewam be, vê Tirkiye bibe meydana cîhadiyên radîkal yên neteweperest ku ev yek jî bandoreke gelek xirab li ser rewşa siyasî, abûrî û civakî ya Tirkiyeyê dike.

Ji aliyeke din ve AKP û MHP di metîngên xwe yên li bajarên Kurdan de, bo ku nîşan bidin alîgirên wan di nava Kurdan de gelek zêdene, ji bajarên din xelkê bo beşdarî kirin di metîngan de vediguhezên û bi vê yekê jî şerê piskolojîkî li dijî dengderên HDPê, CHPê, IYI partî û partiya Seadetê dikin.

Beşeke din ji steratejiya nû ya AKP û MHPê ya li dijî HDP eve ku li piraniya bajarên Bakûrê Kurdistanê ev her du alî bi yek lîst û yek berbijêr di hilbijartinan de beşdar dibin û bi vê rengî dixwazin pêgeha girseyî ya HDPê lawaz bikin.

Xale girîng ewe ku her çend steratejiyeke berfire amade kiribin, lêbelê rewşa giştî ya siyasî û herwiha rewşa abûrî ya Tirkiyeyê wisa dike ku AKP û MHP nikaribin di hilbijartinan de bigehêjin armancên xwe, jiber ku ev steratejiya han baleke mezin ya AKPê û herwiha girseyeke zêde ya AKPê aciz kiriye. Ev acizbûna han niha xwe diyar dike û aliyên demokrat û lîberal di nava AKPê de hewl bo vê yekê didin ku piştî hilbijartinan, ji AKPê veqetin û partiyeke nû ava bikin.

Mijareke din yaku piştî hilbijartinan gelek bandorê li ser rewşa Tirkiye û rewşa AKPê dike, siyaseta derve ya hikûmeta AKPê ye, nakokiyên Tirkiyeyê yên li gel Amerîka û çend welatên din vê bibin sedema kûrtir bûna qirîza darayî ya Tirkiyeyê, herwiha gengeşeya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê dîsa bandoreke gelek xirab li ser siyaseta Tirkiye û rewşa abûrî û civakî ya Tirkiyeyê bike.

Jiber ku dûrketin ji YEê li ser asta navxweyî ya Tirkiyeyê dibe sedema dûrketina girseyeke gelek zêde ji AKP. Ev girse çîna sermayedar, karsaz, akademîsiyen, lîberal, demokrat, rewşenbîr û Tirkên spiye. Cuda bûna ev çînên han ji AKPê bi wateya lawaz bûn û ketina AKPê ye.

Argomanên di destê Erdogan û Dewletbaxçelî de ku Tirkatî û îslamiyetin, bûne sedem ku parçe bûna civakî ya li Tirkiyeyê bigehêşe lûtkeya xwe û gelek pêkhateyên etnîkî û olî ji pêşeroja xwe ya li Tirkiyeyê ditirsin. Kurd, Ermenî, Elewî û whd di wan demên dawî de gelek ji rewşa heyî ya li Tirkiyeyê ditirsin û dibêjin ku eger rewşa wisa bidome, pêşeroja me li Tirkiyeyê di metirsiyeke gelek mezin deye.

Jiber wan sedeman bi taybetî parçe bûna civakî ya li Tirkiyeyê, tê payîn ku ne li bajarên Kurdan û ne jî li Rojavayê Tirkiyeyê AKP û MHP nikaribin dengên ku dixwazin bidest bixin lêbelê li naverasta Tirkiyeyê jiber ku hizira cîhadî û îslama radîkal û neteweperestiya Tirkî bihêze mimkune karibin piraniya dengan bidest bixin. Ev yek jî dîsa dibe sedem ku desthilata siyasî ya Tirkiyeyê zextên xwe bo ser deverên din yên Tirkiyeyê zêdetir bike û zextên xwe jî yên li dijî opozîsyon, Rojnamewan, rewşenbîr û ,,,,, zêdetir bike.

Ya herî balkêş ku lazime li ber çavan were girtin, ewe ku piştî hilbijartinan vê qirîzeke gelek kûr û bihêz a abûrî li Tirkiyeyê derkeve û desthilata siyasî ya Tirkiyeyê yêku niha dibêje em bi ti awayî serî li sendoqa dirawa cîhan (IMF) nadin, neçar dibe ku berê xwe bide IMFê û jê daxwaza hevkariya darayî bike, lêbelê vê carê gelek zehmete ku IMF hevkariya darayî pêşkêşî Tirkiyeyê bike, jiber ku siyaseta derve ya Tirkiyeyê ya niha beruvajî siyaseta derekî ya wan welatane ku IMFê îdare dikin.

Erdelan Goran