Çal bi petikan têjî nabe

Amerîka weke berê bi şerê leşkerî rejîm û desthilatên deverê naguhere belku bi şerê abûrî wan diguhere.
Thumbnail

 

Amerîka steratejiya xwe ya li hember Rojhilata Navîn guhertiye, êdî weke berê bi şerê dijwar yên leşkerî rejîm û desthilatên Rojhilata Navîn naguhere belku bi şerê abûrî û hêza dolarê wan rejîman diguhere anjî wan neçar dike û xwe teslîmî biryar û gotinên Amerîka û hêza serdest ya cîhanê bike.

Guhertina steratejiya han piştî şerê Îraqê û sernekeftina hevpeymanan li Efxanistanê destpê kir. Nimûneya vê yekê li Sûriyeyê li ber cave, jiber ku Amerîka bo xwe bi awayekî raste rast beşdarî şer nebûye belku hêza xwe ya abûrî û pîşesazî bi tevger kiriye û hevkariya hin aliyan dikin daku şerê bidomînin.

Niha Amerîka xistiye serê xwe ku rejîma Îranê jî biguhere, lêbelê heta niha Amerîka li dijî Îranê di warê leşkerî de ti gavek navêtiye belku bi tenê di warê abûrî de tedbîrên lazime stendiye û bi vê awayî jî karî di dema kemtir ji yek hefteyê de wisa li pereyên Îranî bike ku ji sedî 85ê buhayê xwe ji dest bide ku ev yek jî bandoreke gelek dijwar li ser jiyana xelk, hêzdariya rejîma Îranê û bandora rejîma Îranê ya li ser welatên deverê kiriye.

Babeta guhertina rejîma Îranê babeteke dine û lazime bi hûrî li ser were rawestandin, liwir tişa ku ez dixwazim behsa vê yekê bikim, ewe ku Amerîka çawe xistiye serê xwe ku rejîma Îranê biguhere bi heman awayî jî xistiye serê xwe ku rejîma Tirkiyeyê jî an teslîm bigire anjî eger nexwest teslîm be biguhere.

Nakokiyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê li gel destpê kirina şerê navxweyî ya li Sûriyeyê destpê kirin û roj bi roj ew nakokiyên han kûrtir û aloztir bûn û niha aloziya wan têkiliyan gehêştiye astek ku Amerîka neçar bûye di şevekê de derbên gelek dijwar li abûriya Tirkiyeyê bixe.

Bila bi kurtî hinek ji wan nakokiyan bixin ber çav; Piştgîrî kirina Tirkiyeyê ji tevgerên cîhadî yên radîkal li Sûriye, Lîbiya û welatên din yên Rojhilata Navîn, baş bûna têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyeyê, pirsa cemaeta gulen û radest nekirina Fethula gulen, dom kirina hevkarî û piştgîriyên Amerîkayê bo YPG û PYDê, dijatî kirina Îsraîl ji aliyê Tirkiyeyê ve, girtina welatiyên Amerîkî li Tirkiyeyê, babeta kirîna pergala mûşekiya S400 ji Rûsyeyê, îslamîze kirina artêşa Tirkiyeyê, babeta binpê kirina dorpêçên berê yên Amerîkayê ên li dijî Îranê ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve û herwiha binçav kirina Cîgirê birêveberê Halkbank û Reza Zerab û ….

Ev nimûneyeke gelek kêm ji nakokiyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê dene, li gel vê yekê de jî Amerîka li Sûriyeyê gelek belge û dokomêntên girîng li ser çawetiya piştgîrî kirina Tirkiyeyê ji cîhadiyên radîkal û plana Tirkiyeyê ya bo dijminatî kirina Îsraîlê bidest xist.

Keşif bûna plana Tirkiyeyê li dijî Îsraîlê wisa li Îsraîl û lobiya Îsraîlê kir ku Îsraîl jî neçar be, zextan li Amerîkayê bike daku Tirkiyeyê bîne ser rêya berê, rêya ku Tirkiye nikarîbû ji gotinên Amerîka û Îsraîlê der bikeve. Lê dema Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ev  yek red kir, Amerîka û Îsraîl xistin serê xwe ku projeyek weke projeya ku li dijî Îranê amade kirine, li dijî Tirkiyeyê jî amade bikin.

Ji dest dana buhayê lîreya Tirkî û giwaştina kanal û rêyên abûrî yên ku dibin sedema geşe kirina abûra Tirkiyeyê, yek ji wan tedbîrên seretayiye ku Amerîka û Îsraîl li dijî Tirkiyeyê stendine. Her çend heta niha Amerîka û Îsraîl bi tundî dest bi zext kirin li Tirkiyeyê nekirine, lê belê ev tedbîrên seretayî jî nîşaneya vê yekê ne ku vê bi rêya abûriyê rewşa Tirkiyeyê jî ji ya Îranê xirabtir û aloztir bikin bo ku Tirkiye nikare weke berê hem dijatiya Îsraîlê bike hem jî alternatîfek bo têkiliyên xwe yên li gel Amerîkayê bibîne.

Qirîza abûrî yaku jiber siyasetên vê dawî yên Tirkiyeyê li ser Tirkiyeyê tê sepandin, vê Tirkiye neçar bike daku di navbera du bijardeyan de yek ji wan hilbijêre, Amerîka û Rûsiye. Ji xwe ne baweriya Amerîkayê weke berê bi Tirkiyeyê tê û ne jî baweriya Tirkiyeyê bi Amerîkayê tê, ew yek jî tê wateya vê ku Tirkiye êdî nikare weke berê xwe nêzî Amerîkayê bike, eger Tirkiye bixwaze tişteke wisa bike lazime weke pêngava yekem, siyaseta xwe li hember Îsraîl û cîhadiyên radîkal biguhere û pişt re alaya teslîmbûnê bilind bike.

Jiber vê yekê Tirkiye niha hîn zêdetir berê xwe dide Rûsiye û welatên Rojhilatê Asyayê, lêbelê jiber şerê Sûriyeyê û dîsa piştgîrî kirina cîhadiyên radîkal ji aliyê Tirkiyeyê ve, qirîzeke mezin vê di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de jî der bikeve. Jiber ku rejîma Sûriyeyê bi piştgîriya Rûsyeyê dest bi amadekarî bo operasiyona dijî cîhadiyên radîkal li Îdlibê kiriye, Rûsye lidar xistina operasiyona han erê kiriye, lê Tirkiye ku niha di çavê Rûsyeyê de nuner û qeyûmê 95  hezar cîhadiyên radîkale ku li Idlibê hatine komkirin, li dijî vê operasiyonê ye, li gor jêderan Rûsye yek me dem bo Tirkiyeyê diyar kiriye ku kêşeya wan cîhadiyan çareser bike û Efrîn jî radestî Beşar Esed bike.

Tirkiye nikare weke pêwîst daxwazên Rûsyeyê jî cîhbicîh bike û Rûsye jî vê bi dilê xwe li dijî Amerîkayê Tirkiyeyê bikar bîne, di dawiya dawî de vê Tirkiye hem ji Rûsyeyê û hem jî ji Amerîkayê dûr bikeve û bi tenê bimîne.

Her taybet bi qirîza abûriya Tirkiyeyê, bêgoman dorpêçên li ser Îranê vê bandoreke gelek xirab li ser abûriya lerzok ya Tirkiyeyê bike.

Qirîza abûriya yaku niha li Tirkiyeyê heye, li gel bandora dorpêçên Amerîkayê yên oli ser Îranê li Tirkiyeyê, dom kirina kêşeyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê, herwiha zêdetir bûna ceza û dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyeyê û qirîza navbera Tirkiye û Rûsyeyê yaku li ser Îdlibê der dikeve, vê wisa li Tirkiyeyê bike ku an xwe radestî aliyekê( Amerîka- Rûsya) bike, anjî vê rejîm û desthilata Tirkiyeyê jî di çarçoveya steratejiya nû ya Amerîkayê de were hilweşandin û rejîmeke nû û bi dilê Amerîkayê li Tirkiyeyê were damezrandin.

Erdelan Goran