Rojhilatê Çemê Firatê ne weke Efrînê ye

operasiyona hember Rojhilatê çemê Firatê vê zirarê bide Tirkiyeyê û Tirkiye bîne hemberî çend welatên weke Amerîka, Franse û Siûdiyeyê
Erdelan Goran
100%

Dîsa Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan weke her car dest bi gef kirin li Rojavayê Kurdistanê kir û dibêje emê di wan rojan de operasiyonên berfire lidar bixin û deverên Kurdî bixin bin kontrola xwe, bê goman qelemşûrên nêzî Erdogan jî rê û rêbazan nîşanî Erdogan didin û dibêjin vê carê Şingal jî kontrol dikin.

Başe, ev siyaset, bername û armanca Tirkiyeyê ye, lê tişta girîng ewe ka gelo Tirkiye çima dixwaze êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike? Gelo Tirkiye dikare operasiyoneke wisa lidar bixe û deverê bixe bin destê xwe û cîhadiyên radîkal? Helwesta Amerîkayê vê çawe be? Rûsya vê çi bike?

Yekem tişt ku lazime were gotin ewe ku Rojhilatê Firatê ne weke Efrînê ye, vê bi hêsanî ji Tirkiyeyê re neyê radestkirin û hêzên Kurdî li hember operasiyoneke muhtemel vê berxwedaneke bê hempa bikin û bê goman serkeftî dibin.

Xala dudiyan ewe ku dema DIŞIê hêdî hêdî tê tune kirin, Erdogan aciztir bibe jiber ku Erdogan hêkên xwe bi temamî xistibû nava kaseya DIŞIê û wisa hizir dikir ku dikare bi rêya DIŞIê împeratoriyeteke îslamî ya radîkal bo xwe bi navê osmanîzma hemdem ava bike. Lêbelê hem li Îraq û him jî Sûriyeyê Kurd bi tune kirina DIŞIê û hewldanên ava kirina xelafetê xewnin Erdogan têk dan, jiber vê yekê jî niha di demekê de ku DIŞI di rojên xwe yên dawî deye, Erdogan dixwaze întîqama DIŞIê ji Kurdan bistîne. Ji xwe helwestên Erdogan yên li hember Başûrê Kurdistanê di dema referandûma serxwebûnê heta niha nehatine guhertin û her roj bi awayekî ne raste rast gefan li Başûr jî dike.

Erdogan her çend dizane ku nikare xewnên xwe bicîh bîne lêbelê tevahiya karînên xwe bikar tîne daku beriya tune bûna DIŞIê delîveyên dawî yên bo ava kirina xelafeta xwe bicerbîne. Ew yek ji armancên Erdogan ji operasiyona dijî Rojhilatê çemê Firatê ye, armanceke din ya Erdogan ewe ku Erdogan dixwaze Rojavayê Kurdistanê bi temamî bixe destê xwe û cîhadiyên xwe yên terorîst li vê derê bicîh bike daku rêya dewlet bûna Kurdan hem li Başûr û him jî li Rojavayê Kurdistanê bigre, jiber ku dizane eger Kurd xwe nêzî behrê bikin anî bigehêjin ser behrê vê Kurd bibe dewleteke nûjen ya bihêz yaku vê cîhan bi her awayî têkiliyên xwe li gel bihêztir bike. Jiber ku ev dewleta Kurdî yaku tê damezrandin, dewleteke serdemî, demokrat û pir reng dibe hem di warê îdeolojîkî û hem jî di warê olî û etnîkî de. Ava bûna dewleteke bi vê rengî li deverê de vê bandoreke gelek girîng li ser netewe dewletên kilasîk yên yek etnîk, yek ol û yek îdeolojîk bike û mîada wan bi dawî bîne.

Ew armancên Erdoganin, lêbelê şert û mercên heyî yên li cîhan û deverê derfetê didin Erdogan an na?

Bê goman mimkune Rûsye bo ku Amerîka li Sûriyeyê lawaz bike, li hember operasiyoneke bi vê rengî bêdeng be û weke çawe li hember Efrînê bêdeng bû, ew îhtîmale û nepêkane ku mirov bêje vê Rûsye bi temamî bêdeng be. Jiber ku hin hevsengiyên din jî hene ku mimkune bibin sedem ku Rûsye rê nede operasiyoneke bi vê rengî, weke mînak, pirsgirêka Idlibê hîn jî nehatiye çareserkirin, heta ew pirsgirêk neyê çareserkirin, ne mimkune ku Rûsye li Sûriyeyê li hember Tirkiye û gavên Tirkiyeyê bêdeng bimîne.

Ji xwe Amerîka sedî sed li dijî operasiyoneke bi vê rengiye, ava kirina navendên çavdêriyê li ser sînor peyamek bû bo Tirkiyeyê lêbelê Tirkiye hîn jî ew peyam fêm nekiriye û berdewame li ser gefên xwe.

Îro wezareta berevaniya Amerîkayê bi eşkere ji Tirkiyeyê re got: Em operasiyoneke bi vê rengî qebûl nakin jiber ku xizmeta DIŞIê dike û dibe sedema bihêz bûna DIŞIê.

Ji aliyeke din ve mimkune Erdogan bo bidest xistina dengên dengderên Tirk di hilbijartinan de, li dijî Rojavayê Kurdistanê çend gavan bavêje, lê belê encamên wan vê bo Tirkiyeyê gelek xirab bibin û egera vê yekê jî heye ku Tirkiye bîne hemberî çend welatên din yên weke Amerîka, Franse û Siûdiyeyê ku eger tişteke wisa jî hebe vê dîsa Tirkiye zirarê bike.

Ya herî girîng ewe ku di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de li dor pirsa Îdlibê kêşeyên mezin hene, di demek de ku rêkeftina Astanayê hêdî hêdî ber bi hilweşandinê ve diçe, Rûsye rojane zextan li Tirkiyeyê dike û jê re dibêje sozên ku te li dor Îdilbê dane, nehatine cîhbicîhkirin û lazime ew soz werin cîhbicîhkirin, Tirkiye bi rastî tengav bûye û dixwaze bi birojev kirina operasiyonên dijî Rojhilatê Firatê, pirsa Îdlibê û terorîstên li Îdlibê ji rojevê der bixe daku devereke din dagîr bike û wan terorîstan li Îdlibê bo vê deverê veguhêze. Lêbelê ev pilana Tirkiyeyê ser nagire jiber ku rojhilatê çemê firatê din bin parêzbendiya Amerîka, Franse û Siûdiyeyê deye.

Erdelan Goran

 

Kurdistan
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.