Gelo Iran û Tirkiye li hember dorpêçan çi bikin?

armanca dorpêçên nû yên li dijî Îranê lawaz kirin û ji nav birina rejîma Îranê ye
Thumbnail

Piştî ku Amerîka û hevparên vî yên cîhanî biryar dan  daku dîsa dorpêçên dijwartir li ser Îranê bisepînin, tirs ketie dilê Tirkiyeyê jî û jiber vê  çendê jî Tirkiye bilez helwesta xwe ya li hember daxwazên Amerîkayê eşkere kir.

Amerîka û hevparên vî yên ku dixwazên bi rêya dorpêçên abûrî û bazirganî, bandor û rola Îranê li ser Rojhilata Navîn kêm bikin û li ser astê navxweyî ya Îranê de jî xelkê li dijî rejîma meleyan bixe nava lêv û tevgeran, bername û projeyeke nû amade kirine û li gor vê proje û bernameya nû, ne tenê Îranê rastî dorpêçan tê , belku ev dewlet, kompanî û kesên ku li gel Îranê jî kar bikin vê werin cezakirin.

Jiber ev biryara Amerîkayê gelek kompaniyên mezin yên cîhanî yên ku piştî îmze kirina rêkeftina etomî li gel Îranê li vê welatî dest bi kar kiribûn, karûbarên xwe daxistin û vegeriyan cêyên xwe.

Armanca serekî ya Amerîka û hevparên vî ewe daku wisa li xelkê Îranê bike  ku li dijî rejîma meleyan serî rake û ya rejîma meleyan biguhere anjî rejîmê neçar bike daku di siyasetên xwe yên derve û hundir de guherinên girîng û bingehîn bike.

Niha rewşa abûriya Îranê gelek aloz û lawaz bûye û li gor amarên herî dawî rêjeya bêkarî  li Îranê li bilindtirîn asta 40 salên derbasbûyî deye, herwisa asta giranî jî pîwan şikandiye û gehêştiye zirveyê. Ji aliyeke din ve jî buhayê yek dolarê Amerîkî niha li Îranê 10 hezar tuman derbas kiriye, ev bandoreke lawekî ya ev dorpêçaye ku vê di payîz îsal de li dijî Îranê werin sepandin.

Plana sîstema cîhanî lawaz kirin û guhertina rejîma Îranê ye, jiber vê yekê jî demeke  ku Amerîka û hevparên vî dest bi hewldaneke berfire bo ava kirina eniyeke cîhanî ya li dijî Îranê kirine, ev eniya han di destpêkê de eniyeke abûrî dijî Îranê dibe û dixwazên bi rêya şerê abûrî wisa li xelkê Îranê bikin daku dijî rejîmê serî hilbide û rejîmê biguhere, lê eger ev plan ser negire vê demê eniya cîhanî ya li dijî Îranê vê dest bi lêv û tevgerên leşkerî jî li dijî Îranê  bike.

Îran ku dibêje hevpeymanê Rûsiyeye,Tirkiye û Çînê ye, niha hinek bi tenê maye, li Sûriyeyê, Rûsiye pişta xwe li Îranê kiriye, Çîn jî jiber hin sedeman nikare biryara Amerîka û hevpeymanên vî yên li dijî Îranê bipê bike. Hindistan û Japon ku dostên nêz yên Çînê û hevparên bazirganî yên Îranê jî bûn, boykota bazirganiya xwe li gel  Îranê kirin.

Rûsiya jî ku hîna Îran bawerî pê tîne di warê  abûrî de  nikare dorpêçan bin pê bike, jiber ku ev dorpêç ji aliyê lobiya Cihû ve hatine amadekirin û biryar li ser wan hatiye dayîn,lewre her welatek wan dorpêçan binpê bike vê  lobiya Cihû cezayeke gelek giran ya abûrî bide vî, jiber armanca wan dorpêçan diyare û kes jî nikare wisa li Îranê bike daku ji vê planê rizgar bibe. Ev palana han mirina hêdî hêdî ya rejîma Îranê ye, jiber ku sîstema cîhanî Îran weke dijminê mirovatî û aştiyê bilêv dike û biryara jinav birina vî hatiye îmzekirin.

Di rewşeke wiha ya Îranê de ku bûye weke bombeyeke eyarkirî yaku her tim amadeye biteqe, li Rojhilata Navîn de bi tenê Tirkiye bi eşkre dibêje Îran, cîran, dost û hevpeymanê steratejîk yam eye, gelo ev gotinên Tirkiyeyê çende rast û çende şaşin anjî rayedarên Tirkiyeyê çi qasî ji dil wan gotinan dikin, mijareke dine.

Tişta herî girîng eve ku wisa xuyaye Tirkiye vê bixwazebe dorpêçan binpê bike, jiber ku abûriya Tirkiyeyê jî ji abûriya Îranê aloztir û lawaztire. Rêjeya alûvêra abûrî û bazirganî ya Tirkiyeyê li gel Îraq û Kurdistanê kêm bûye, li gel Sûriyeyê jî ji kêmê kêmtir bûye, li gel welatên Ewrûpî jî Tirkiye jiber yekîtiya gomroka Ewrûpayê nikare weke pêwîst bazirganiyê bike.

Niha rewşa abûriya Tirkiyeyê wisa lê hatiye ku vê di demeke kên de Tirkiye daxwaza deynan ji IMF bike. Ji xwe her weke Îranê, li Tirkiyeyê jî roj bi roj buhayê dolarê li hember lîreya Tirkî bilindtir dibe.

Eger Tirkiye ku di rewşeke wisa aloz deye, ev dorpêçên han binpê bike, vê ji aliyê Amerîka û hevparên vî ve were cezakirin û Amerîkî di dema serdana xwe bo Tirkiyeyê jî ev tişt raste rast ji Tirkiyeyê re gotine.

Jixwe niha têkiliyên siyasî yên Amerîka û Îsraîlê jî ku du darêjerên plana dorpêçûn nû ne li ser Îranê, li gel Tirkiyeyê têk çûne û li hinceta digerin ku derbeke dijwar jî li Tirkiyeyê bidin daku dîsa Tirkiye mihtacê wan bibe û bi ya wan bike û ji gotinên wan dernekeve.

Eger Tirkiye dorpêçan binpê bike vê bazarên Amerîkayê ji re werin daxistin, vê hevpeymanên din yên Amerîkayê jî alûvêra bazirganiya xwe li gel Tirkiyeyê sînordar bikin, herwiha di warê dîplomatîkî de jî Tirkiye rastî astengiyên mezin were û hijmarek bankên Tirkiyeyê jî rastî dorpêçan werin ku ev yek jî vê bandoreke gelek xirap li ser abûriya têkçûyî ya Tirkiyeyê bike.

Bi kurtî Îran bi ti awayî vê carê nikare li hember dopêçên nû ber xwe bide, jiber vê yekê vê neçar be dev ji destwerdan kirin di karûbarên welatên  Rojhilata Navîn bi taybetî, Sûriye, Îraq, Urdin, Felestîn û Yemenê berde û herwiha hevkarî û alîkariyên xwe bo tevgerên çekdar yên ku sîstema cîhanî weke terorîst wan binav dike, bi dawî bîne, ku ev jî bi wateya teslîmbûna Îranê ye. Anjî Îran vê gerûya Hurmozê daxe ku ev jî vê bibe sedema derketina şereke mezin ya cîhanî li dijî Îranê û şereke wisa jî bi tune bûna rejîma Îranê vê bi dawî were.

Tirkiye ku niha gelek xew mezin dibîne, dixwaze li hember plana sîstema cîhanî derkeve, gelo sîstema cîhanê vê yekê ji Tirkiyeyê qebûl bike an na? ne gengaze ku ev yek ji Tirkiyeyê were qebûlkirin, lewre eger Tirkiye bixwazebe bi her awayî hevkariya Îranê bike, vê weke Îranê bibe armanca dorpêçên abûrî û bi rêya têkdan û îflas kirina abûriya Tirkiyeyê, dawî li rejîma nû ya Tirkiyeyê jî bînin.

Erdelan Goran