Armancên veşartî yên bûyera Huqqebazê

xwestin bi vê bûyerê meşrûêyetê bidin êrîşên Tirkiyeyê bo ser deverê.
Erdelan Goran
100%

Weke di zanin di 17ê Tîrmehê de li Restoranteke Hewlêrê ya bi navê Huqqebazê bûyerek pêk hat, di encam de sê kes hatin kuştin û piştî bûyerê jî bi çend rojan bikerên bûyerê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Kurdistanê ve hatin binçavkirin û li xwe mokir hatin ku ev bûyera han pêk anîne.

Liwir ez naxwazim behsa çawetiya êrîşê bikin belku dixwazim armancên veşartî yên wan hêz û aliyan ku ev kes neçar kirin êrîşê pêk bînin, bidim diyarkirin.

Di rastî de ev êrîşa han komployek bû li dijî hikûmeta nû ya Kurdistanê ku çend roj berêya êrîşê dest bikar kiribû.

Raste êrîş bi fermana endamekî pkkê bi navê Botanê hatiye kirin û kesên alîgirên pkkê jî ev ferman cîhbicîh kirine, lê ev bûyera han bi tenê ne plana pkk anjî endamekî pkkê ye. Ev plan, bernameyeke hevbeş ya sîxûrên MÎTê yên di nava pkkê û hin kesên dijî nirxên netewî yên Kurdistanê yên di nava pkkê deye.

Pirsiyar ewe gele Botanê ku li ser çiyaye çawe dizane ku Osman Koseyê ku hatiye kuştin, roja 17ê Tîrmehê vê di seat 2 nîvroyê de biçe restoranta Huqqebazê?

Ji xwe pkk nikare bi awayekî raste rast ji nava konsulusxaneya Tirkiyeyê de zaniyariyên derbarê lêv û tevgerên Osman Kose werbigire, gelo ev zaniyariyên derbarê Osman Kose de ji aliyê kî, kê ve ji Konsulusxaneyê bo Botan hatin şandin?

Bersifa wan her du pirsan ev yek îsabet dike ku di nava konsulusxaneya Tirkiyeyê de, kesek zaniyariyên pêwîst daye Botanê ku Tirkiye dibêje me kuştiye, Botan jî danê sibê roja 17ê Tîrmehê fermana kuştinê dide Mamend û Mamend jî Mezlûm Dag bo kuştin pîwerdar dike.

Gelo eger destê MÎTê di bûyerê de nebe, çawe dibe ku artêşa Tirkiyeyê du roj piştî bûyerê dibêje li gor zaniyariyên MÎTê me li nêzî Batîfa operasiyon pêk aniye û fermanderê êrîşa ser Konsulusxaneyê bi navê Botan kuştiye?

Bê goman bersifa wan her sê pirsan wisa li mirov dike ku bêje gelek xalên hevbeş di navbera bûyera Hewlêrê û bûyera Parîsê de hene.

Tişta balkêş ewe ku hem botan û hem jî kose diyare bi awayekî du alî kar kirine û MÎT jî bo ku tesfiye hesabên xwe bike û planek dane ku xizmeta Tirkiyeyê bike, kareke wisa kiriye.

Raste êrîş bûye sedema kuştina sê kesan, ku du ji wan welatiyên başûrê Kurdistanê û ewê din jî yê bakûrê Kurdistanê ye, lê tişta balkêştir ewe ku bûyer li Kurdistanê pêk tê, ewê ku fermana kuştinê dide, Kurde, evê ku fermanê cîhbicîh dike Kurde û yên ku tên kuştin jî Kurdin. Ev planeke îstîxbaratî ya gelek metirsîdar e li dijî Kurdistanê û çend armancên veşartî li pişt vê plane jî hene ku hinek ji wan armancan ewin.

  1. Meşrûêyet dayîn bi êrîşên artêşa Tirkiyeyê bo ser deverên sînorî û cêyên xelkê medenî li Başûrê Kurdistanê.
  2. Afirandina derfet û hincetên zêde yên bo destwerdanî kirina Tirkiyeyê di karûbarên Başûrê Kurdistanê de.
  3.  Bêîtîbar kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê yaku taze dest bikar kiribû.
  4. Nîşandana Hewlêrê weke devereke ne aram û ne ewle.
  5. Pêşî girtin ji hikûmeta Kurdistanê bo ku zêdetir li gel Bexdayê bo çareser kirina kêşeyên heyî hewl nede.
  6. Xweş kirina derfetê bo çê kirina şerê navxweyî yê di navbera PKK û Partiya demorkata Kurdistanê de.
  7. Çê kirina nakokiyan di navbera PDK û hin eşîretên deverê bi taybetî Biradost.

 

Komplogeriya Tirkiyeyê li ser wan mijar û babetan gelek bi ezmûne, dema xwe Tirkiye bo ku êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê bike û li dijî destkeftiyên Kurdistanê şer bike, civînek di navbera Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Serokwezîr Ehmed Davûdoglû û Yalçîn Akdogan de li ser rewşa Sûriyeyê çê bibû di civînê de behsa çawetiya êrîş kirine ser Rojavayê hatibû kirin û Hakan Fîdan gotibû gelek asane, ezê du zilamên xwe bişînim rexê din yê sînor daku du hevenan bavêjin nava axa Tirkiyeyê û bi vê rengî emê hencetê bo êrîşê bidin destê xwe, bûyera Hewlêrê jî bi heman awayî hatiye pêkanîn. PKK nikare bi ti awayî di nava Konsulusxaneya Tirkiyeyê de zaniyariyên hûr derbarê endamekî bi ezmûn yê MÎTê bidest bixe û herwiha PKK ne xwedan ev derfete ku bikarêbe bi awayekî 24 seatî endamekî MÎTê bişopîne daku bikarêbe li cêyeke taybet de vî bikuje. PKK çawe ji seat 9ê sibê hayedar dibe ku endamê MÎTê seat 2 vê biçe restoranta Huqqebazê?

MÎT box we zaniyariyên pêwîst derbarê Osman Kose de daye sîxûr xwe yê di nava PKKê de û piştî du rojan ji bûyerê li ser zaniyariyên ku MÎT dide artêşa Tirkiyeyê, ev sîxorê MÎTê yê di nava PKKê de jî tê kuştin.

 

Erdelan goran

 

Kurdistan
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.