Amerîka xeyalên Tirkiyeyê pûç kir

Amerîka ji Tirkiyeyê re raste rast dibêje tu nikarî dijî hevpeymanên min tev bigerî
Erdelan Goran
100%

Demeke dirêje ku Serokê Tirkiyeyê bo dijminatî kirina Kurd û destkeftên Kurdan hem li Başûr û him jî li Rojavayê Kurdistanê ketiye nava dijminatiyeke bêhempa û her gav ku derfet bibîne, êrîşî ser Kurdan dike.

Ji raya giştî re ne veşartiye ku Serokê Tirkiyeyê û rayedarên din yên Tirkiyeyê her gav gefa êrîş kirine ser Rojavayê Kurdistanê dikin û dibêjin emê şevek ji nîşkava biçin û vê herêmê jî weke Efrîn û Cerabilusê bigirin.

Bê goman têk birina DIŞIê hem li Başûr û him li Rojavayê Kurdistanê bûye sedema aciz bûna Tirkiyeyê û Tirkiye dixwaze toleya DIŞIê ji Kurdan bistîne bo vê yekê PKK, YPG, PYD û … dike hincet daku êrîşî ser Kurdan û Kurdistanê bike. Lê gelo sîstema cîhanî rê dide Tirkiyeyê ku êrîşeke wisa pêk bîne bi taybetî li dijî Rojavayê Kurdistanê bikeve nava lêv û tevgerên leşkerî?

Weke tê zanîn rewşa herêma Rojhilatê çemê Firatê( bi gotina Tirkiyeyê) gelek ji rewşa Efrîn, Cerabilus û Babê cudaye. Dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve her çend demkî be jî bo Amerîkayê ne gelek girînge jiber ku Efrîn di warê enerjiyê de ne weke deverên din yên Rojavayê Kurdistanê ye. Amerîka ev çend sale li wan devrên Rojavayê Kurdistanê hem di warê leşkerî û him jî di warê siyasî û abûrî de sermaye gozariyeke gelek mezin kiriye û projeyeke xwe ya taybetî bo vê deverê heye jiber vê çendê ne rê bi Rûsye û rejîma Esed dide ku vegerin vê deverê ne jî rê dide Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ku bikevin vê deverê.

Îsbata vê yekê jî gotinên îro yên wezîrê berevanî yê Amerîkayê James Mattise. Mattis bi eşkere di nava dilê Tirkan da û got: Emê li ser sînorên navbera Tirkiye û Sûriyeyê bo ku şerê di navbera HSD û artêşa Tirkiyeyê de çê nebe binkeyên leşkerî bo çavdêrî kirinê ava dikin û lazime her kes balê bide ser şerê dijî DIŞIê û pevçûnên navbera Tirkiye û HSDê vê fêde bide DIŞIê.

Ev gotinên Mattis peyamên gelek girîng bo Tirkiyeyê di nava xwe de veşartine û tê wateya vê ku Amerîka bi ti awayî rê nade Tirkiyeya ku bûye hevpeymanê Rûsyeyê, bikeve deverên di destê Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê de.

Vê ev peyama Mattis dîsa bibe sedema geşe kirina nakokiyên navbera Tirkiye û Amerîkayê. Lêbelê Tirkiye niha di her warî de hatiye tengavkirin, Yekîtiya Ewrûpayê ji aliyekê ve zextan li Tirkiyeyê dike, Amerîka ji aliyeke din ve û eniya Rûsye û Îranê jî ji aliyeke dinve. Tirkiye bi her avayî hatiye tengavkirin û bo ku Kurd nikaribin mafên xwe bidest bixin û bibin xudan pêgeh, Tirkiye xwe kiriye dîlê destê Rûsyeyê, lêbelê Rûsye û Amerîka jêrve li ser rewş û pêşeroja Sûriyeyê lihev kirine û Amerîka jî li gor vê lihev kirina projeya xwe dide meşandin li Sûriye û deverê de.

Amerîka dixwaze li Rojavayê Kurdistanê( Bakûrê Sûriyeyê) herêmeke federal weke başûrê Kurdistanê ava bike, Rûsye jî li dijî vê yekê naweste lêbelê Rûsye dibêje lazime ev herêm di bin kontrola Sûriyeyê de be, Amerîka jî li dijî vê yekê ye û dibêje vê ev herêm di bin kontrola min û hevpeymanên min de be. Ji xwe Tirkiye li dijî vê yekê ye lewra artêşa xwe û cîhadiyên ser bi artêşa xwe her gav li dijî Kurdan bikar tîne û dixwaze wisa bike daku Kurd ku hevpeymanên serekî y ên Amerîkayê ne lawaz bibin daku Amerîka nikarêbe li gel wan kar bike. Lêbelê ev armanca Tirkiyeyê armanceke xeyaliye û Amerîka îro bi wan gotinên Mattis bi fermî sînor bo Tirkiyeyê diyar kir û xelayên Tirkiyeyê pûç kir.

Amerîka niha hinek bi nermî nêzî Tirkiyeyê dibe jiber ku dixwaze Tirkiye pergala S400 ji Rûsyeyê nestîne lêbelê eger Tirkiye pergaleke wisa ji Rûsyeyê bistîne vê demê vê Amerîka helwestên xwe yên li dijî Tirkiyeyê hem li ser asta herêmî û him jî li ser asta cîhanî tundtir bike. Eger Tirkiye xwe bide aliyê Amerîkayê û pişt li Rûsyeyê bike mimkune Amerîka navbera HSD û Tirkiyeyê çê bike û wisa bike ku ev her du bi hevre kar bikin lêbelê eger Tirkiye berê xwe bide Rûsyeyê vê demê vê Amerîka rol û pêgeha Tirkiyeyê li deverê de gelek lawaz bike.

Gotinên îro yên Mattis nîşaneya vê yekê ne ku Amerîka du rê li berdem Tirkiyeyê daniye; An Amerîka an Rûsye. Niha lazime Tirkiye ji wan du rêyan yek ji wan hilbijêre. Mimkune Tirkiye Rûsye hilbijêre û pêşhat jî bi giştî vê yekê diyar dikin, eger Tirkiye li ser siyaseta xwe ya niha berdewam be vê gelek tiştan li herêm û cîhanê ji dest bide.

Amerîka bi dehan car bi eşkere diyar kiriye û HSDê hevpeymanê wan yê yekaneye li Sûriyeyê û vê li gel HSDê berdewam be. Herwiha diyare ku bo piştî şerê dijî DIŞIê jî HSD û Amerîka bê hevpeymaniya xwe bidomînin ku ev yek jî dîsa dibe sedema zextên gelek mezin li ser Tirkiyeyê û Tirkiye neçar dibe an guhertin di siyasetên xwe de bike anjî bi temamî berê xwe bide Rûsyeyê û li herêmê de rast rast dijartiya Amerîkayê bike ku ev yek jî vê zirarên leşkerî, abûrî û siyasî yên mezin bigehîne Tirkiyeyê.

 

 

Kurdistan
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.