Serokê herêmê li gel Şêwirmendê wezareta navxwe civiya

mijara koç û qirîza koçberiyê hatin nirxandin.

Behsa mijara koçberiyê û pirsa koçberan kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê wezareta navxwe ya Îraqê Nizar Xêrulah kir.

Di civînê de Nizar Xêrulah bi kurtî behsa naveroka civîna welatên Ewrûpî ya derbarê pira koçberên ser sînorên Belarûs û Polendayê kir ku, weke nunerê Îraqê di civînê de beşdar bûye.

Hemahengî û hevkariya wezareta derve ya Îraqê li gel welatên din bo hevkarî kirina Koçberan, rewşa Koçberên Îraqî yên ku daxwaza penaberiya wan li Ewrûpayê nehatiye pejrandin, mijara koç û koçberan û bandora vê pirsa han li ser têkiliyên dîplomatîkî mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G