Mistefa Kazimî gehêşte Mexmûrê

wezîrê navxwe û karûbarên pêşmerge yên Kurdistanê jî beşdarin.

Vê Serokatiya civîneke hevbeş ya pêşmerge û artêşa Îraqê bike.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ku îro danê sibê serdana Hewlêrê kiribû, piştî bi dawî hatina civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû Mexmûrê.

Her yek ji wezîrê navxwe û wezîrê karûbarên pêşmerge yên hikûmeta Kurdistanê jî li gel Kazimî çûn Mexmûrê û li Mexmûr ji aliyê rayedarên wezareta pêşmerge ve hate pêşwazîkirin.

Biryare civîneke hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêş Îraqê de bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê li deverê de bi Serokatiya Mistefa Kazimî were lidarxistin.

Ji aliyeke din ve her îro danê sibê li devera Qere Tepe û Germesêrê de hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê dest bi operasiyoneke hevbeş li dijî DIŞIê kirin.

N: E. G