Mesrûr Barzanî: Hikûmet alîkariya projeyên hunerî dike

dibêje lazime şano û huner werin pêşxistin.
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê merasîmek bo sed saliya destpê kirina şanoyê li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîr hate organîzekirin.

Îro roja çarşemê 08.12.2021ê li Hewlêrê merasîma 100 saliya destpê kirina şanoyê li Hewlêrê hat organîzekirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî merasîmê bû û gotarek jî pêşkêş kir.

Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî balkêşande ser girîngiya şano û çalakiyên hunerî di pêşde birina civakê de û got:’’Şanoger, hunermend, rewşenbîr, zor zor bi xêr hatine, ez xwe gelekî bextewer dizanim ku rê hat dayîn ji min re ku beşdar bibin û îro ligel we yadkirina vê boneya bikim.

Merûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku îro yadkirina 100 saliya serhildan û peydabûna tevgera şanogeriyê li bajarê Hewlêrê em dikin ku di sala 1921ê de  li dibistana Erbîl Ula hatibû pêşkêşkirin û weke destpêka nimayişkirina şano li Hewlêr û Kurdistanê tê zanîn. Destxweşiyê li rêkxerên vê yadê dikim ku hewleke bi arasteya zîndîhiştin û yadkirina mêjûya dêrînî bajarê Hewlêrê ku weke dizanin yek ji kontirîn bajarê cîhanê ye ku jiyan û nîştecîbûn têda berdewame.’’

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: ‘’Diyar e, yekem şanogerî li Hewlêrê derbarê jiyan û azayetî û dadperwerîya serkirdeyê kurd Sellahedînê Eyubî bû ku ligor çavkaniyên mêjûyî, xelkê gundê Duynê yê ser be bajarokê Pîrmamê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye û piştre ji bo Tikrîtê koç kiriye. Serokwezîr Mesrûr herwiha got: “Hunermend dikarin dîrok, êş û azarên gelê me bi rêya şanoyê bigihînin civaka navdewletî û cîhanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, hikûmet ji bo piştevanîkirina hunermendan dudil nabe û amaje bi wê yekê kir ku Kurdistan di krîzeke aborî de derbas bûye û heta niha jî bandorên wê diyar in.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê serpereştiya festîvalê dike û bi vê boneyê şanoya “Selahedîn” li Hewlêrê li hola şanoyê ya Rêveberiya Hunera Şanoyê tê nîşandan.

Festîvala Sedsaliya Şanoyê îro roja Çarşemê dest pê dike û dê sê rojan berdewam be.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.