Mesrûr Barzanî û Kazimî behsa êrîşên DIŞIê kirin

behsa baştir kirina rewşa abûriyê jî kirin.
کوردستان TV
100%

 

Li Hewlêrê civiyan.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 8î Çiraya pêşî ya 2021an me pêşwaziya Serokwezîrê Îraqa federal Mistefa Kazimî û şandeke leşkerî ya li gel kir.

D civînê de rixmî bixêr hatin kirina Serokwezîrê federalî û şanda pêre bo herêma Kurdistanê, me nîqaş li ser pêşhat û guhertinên Îraqê yên piştî hilbijartinên parlementoya Îraqê kir û tekez li ser girîngiya araiya Îraqê û geşe pêdana rewşa abûrî û çareser kirina kêşeyên helwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de kir.

Di berdewamiya civînê de me giftûgo derbarê êrîşên wan demên dawî yên terorîstên DIŞIê û girîngiya bitevger kirina hewl û karînên û bihêztir kirina hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê kir bo dawî anîn bi êrîş û metirsiyên terorîstên DIŞIê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.