Serok Barzanî: Rondikên Metran bo mezlûmiyeta gelê Kurd ti car nayên jibîr kirin

Serok Barzanî: Metran miroveke mezin û dosteke bihêz bû.

Serok Barzanî li gel Glbert Metran civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel kesayetiyê navdar yê Fransî û korê Metran Gilbert Metran civiya.

Di destpêkê de Serok Barzanî rêzdariya xwe ya li hember rola Xatû Danial Metran ya bo berevanî kirin û piştîvanî kirina gelê Kurd diyar kir û nav hatî bi miroveke mezin û dosteke mezin bo gelê Kurdistanê wesif kir û ragihand ku rondikên Metran yên bo mezilûmiyeta gelê Kurdistanê ti caran nayên jibîrkirin.

Serok Barzanî got: Gelê Kurdistanê bo bîranîna Metran çi bike hîn jî kême û ne li gor asta hevkarî û piştîvaniya Metran ya bo gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî herwiha spasiya malbeta Metran kir ku bo parastina gelê Kurdistanê piştî raperînê xwedan roleke gelek mezin bûye û spasiya gel û hikûmeta Franseyê jî kir ku, di her qonaxekê de piştîvan û hevkarê gelê Kurdistanê bûye.

Li hember de jî Gilbert Metran jî rêzdariya xwe bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ya bo wefadariya wan li hember Metran diyar kir.

N: E. G