Behsa rewşa Îraqê û hewldanên ava kirina hikûmetê kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya teqedom ya suneyan ya Îraqê Mihemed Helbûsî kir.
Di civînê de her du aliyan giftûgo li ser rewşa Îraqê, encamên hilbijartinan û dozên ku li dijî encamên hilbijartinan hatine tomarkkirin û hewldanên aliyên siyasî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin.
Di berdewamiya civînê de Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî tekez li ser girîngiya rola her du pêkhateyên sune û Kurd di nava prosesa siyasiya Îraqê û girîngiya karên hevbeş bo damezrandina hikûmeta nû û derbas kirina Îraqê ji qirîzên heyî kirin.
Di beşeke din ya civîna han de behsa êrîşên vê dawiyê yên terorîstên DIŞIê hate kirin û her du alî balkêşandine ser valatiya ewlekarî yaku li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê de heye û tekez li ser girîngiya kar û hemahengiya hevbeş ya hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo dagirtina valatiya han û rûbirû bûna terorîstên DIŞIê hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin